Li İspanyayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin li gor duh 426 zêde bû û derket 2 hezar û 182yan, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî 4 hezar û 517 zêde bû û derket 33 hezar û 89an.
Wezareta Tenduristiyê daneyên ser Kovîd-19ê rojane kirin.
Li İspanyayê di nav 24 saetên dawîn da 426 kes mirin û jimara miriyan bi tevahî derket 2 hezar û 182yan, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî derket 33 hezar û 89an.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li welêt testa Kovîd-19ê ya 3 hezar û 475 personelên tenduristiyê pozîtîf derket, ev jî teqabilê ji sedî 12ê personelên tenduristiyê dike.
AA