Li İspanyayê kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 471 hezarî derbas bû

Li İspanyayê jimara kesên ku ji şewba vîrusa koronayê mirin ji 4 hezarî derbas bûn

Li İspanyayê kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 471 hezarî derbas bû

Li İspanyayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin li gor duh 655 zêde bû û derket 4 hezar û 89an, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî 8 hezar û 578 zêde bû û derket 56 hezar û 188an.

Wezareta Tenduristiyê daneyên ser Kovîd-19ê rojane kirin.

Li gor vê li İspanyayê jimara miriyan derket 4 hezar û 89an. İspanyayê piştî Îtalyayê li dinyayê bû welatê duyemîn ku herî zêde kes ji ber vîrusê lê mirin.

Jimara kesên ku qenc bûn jî derket 7 hezar û 15 kesan, jimara kesên ku tedawiya Kovîd-19ê dibînin jî derket 49 hezar û 173yan.

Ji van kesên ku tedawî dibin 31 hezar û 912 jê li nexweşxaneyan in, yên mayî jî li malê di karantînayê da tedawî dibin.

Li İspanyayê jimara nexweşên vîrusa koronayê yên serwîsên acilê di 24 saetên dawîn da 513 kes zêde bûn û derket 3 hezar û 679an.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 17:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE