Li Îsraîlê bi dehan hezar kesî qanûna nijadperest protesto kir

Welatiyê Îsraîlê Eyal Gulan ku bi eslê xwe Cihû ye û piştgiriyê dide xwepêşandanê: "Ez wisa bawer dikim ku Netanyahu ev qanûn derxist da ku di hilbijartinê da piştgiriya dengdêran werbigire"

Li Îsraîlê bi dehan hezar kesî qanûna nijadperest protesto kir

Li Îsraîlê bi dehan hezar kesî li dijî "Qanûna Dewleta Neteweyî ya Cihûyan" ku tê destnîşankirin, yên ku welatiyên Îsraîlê ne lêbelê ne Cihû ne dibin welatiyên çîna duyemîn, xwepêşandana protestoyê li dar xist.

Gelek pêkhateyên civakê piştgirî dan xwepêşandana li paytext Tel Avîvê ya ku di pêşengtiya Erebên Durzî yên welatiyên Îsraîlê da hat lidarxistin.

Di xwepêşandana ku bi dehan hezar kes beşdar bûn da alayên Îsraîlê û sembolên Durziyan hatin bilindkirin û dem demî jî durişma "em wekheviyê dixwazin" hat berzkirin.

Xwepêşandêran pankartên dijî qanûna navborî vekirin û Serokwezîr Binyamin Netanyahu kirin hedefa xwe. Dîsa li qada ku çalakî lê hat lidarxistin jî afîşek hat daliqandin ku li ser wê, wêneya Netanyahu û nivîsa "Wezîrê Sûcê" hebû.

Lîderê Durzî Muefeq Terîf ku di xwepêşandanê da axaftinek kir, got ku ew "bêsînor" madeyên destûra Îsraîlê tînin cih, lêbelê Îsraîl mafên wekhev dane wan û ji ber vê jî qanûna navborî rexne kir. Herwiha bi hezaran Cihûyî jî piştgirî da xwepêşandana qelebalix.

Asim Abûrîşê Durzî ku beşdarî xwepêşandanê bû, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ji bo ku qanûn biguhere ew beşdarî vê xwepêşandanê bû.

Abûrîş got ku heya dengê wan neçe hikûmeta Îsraîlê ew ê van xwepêşandanan bidomînin û wiha dewam kir, "Em jî mîna her welatiyekî Îsraîlê dixwazin bibin xwedan mafên wekhev. Em jî welatiyên Îsraîlê be û em wer bawer in ku divê mafên hemû welatiyên Îsraîlê wekî hev bin. Heya ev qanûn biguhere em ê xwepêşandanên xwe bidomînin."

Welatiyê Îsraîlê Eyal Gulan ku bi eslê xwe Cihû ye, diyar kir ji ber ku ew dijî vê qanûnê, lewma piştgiriyê dide xwepêşandanê û wiha dewam kir, "Bi qenaeta min ev qanûn dê di paşerojê da ji bo Îsralê bibe pirsgirêk. Ez wisa bawer dikim ku Netanyahu ev qanûn derxist da ku di hilbijartinê da piştgiriya dengdêran werbigire."

 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE