Li başûrê Îtalyayê di lehiya ku ji ber barînên gur çêbûn de 8 kesan canê xwe ji dest da.
Saziya Bergiriya Sivîlan a Îtalyayê ragihand ku li Parka Millî ya Raganelloyê ku li herêma Calabriyayê bi qadên xwe yê meşê bi navbang e, 8 kes mirine.
Hat ragihandin ku dema qewimîna lehiyê de gelek kes li qadê dimeşiyan û derbarê ka gelo çend kes li ber lehiyê çûne, ti agahiyê safî nîn in.
Ditirsin ku hejmara miriyan zêde be.