Li Çîpaya eyaleta Japonyayê bi lerza 6,2an erd hejiya.
Li gor daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê li Çîbaya rojhilatê Tokyoyê bi lerza 6,2an erd hejiya.
Erdhej bi saeta herêmî di saet 04.47an da 30 kîlometro binê erdê da çêbû.
Li paytext û eyaletên der û dorê jî gel bi erdhejê hesiyan.
Ajansê hişyariya tsunamiyê neda.