Li perava başûrê rojhilatê Japonyayê erd bi lerza 6an hejiya.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê diyar kir ku navenda erdheja bi lerza 6an 191 kîlomêtre li başûrê rojhilatê Nemuroyê ye û erdhej 10 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Hê agahî nehatin dayîn ku gelo tiştek bi kesekî bû an na.