Li Japonyayê OHAL hat îlankirin

Li metropola Tokyoyê, li Osaka, Çîba, Kanagawa, Hyogo, Saitama û Fukuokayê heta 6ê gulanê OHAL hat îlankirin

Li Japonyayê OHAL hat îlankirin

Li Japonyayê hikûmeta Serokwezîr Abe Şînzo diyar kir, ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) Tokyo û Osaka jî tê da li 7 eyaletan mehekê rewşa derasayî (OHAL) wê were sepandin.

Serokwezîr Abe diyar kir ku wan li ser pêşniyaza komîteya şêwirmendan ev biryar da.

Abe diyar kir ku li metropola Tokyoyê, li Osaka, Çîba, Kanagawa, Hyogo, Saitama û Fukuokayê heta 6ê gulanê OHAL hat îlankirin û ji bo sepandina şertên OHALê wan raye da hikûmetên herêmî.

Tê payîn ku Abe civîna çapemeniyê li dar bixe û şertên OHALê ji gel ra bêje.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE