Li Japonyayê piştî bagera Lupîtê hişyariya texliyekirina 235 hezar kesî hat dayîn

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) diyar kir, qeraxên Behra Japon di serî da tesîra bagera Lupîtê li ser herêmên rojava û başûrê welêt çêbû.

Li Japonyayê piştî bagera Lupîtê hişyariya texliyekirina 235 hezar kesî hat dayîn

Li Japonyabagera Lupîtê rabû û tesîra wê li ser rojava û başûr çêbû û piştî bagerê hişyarî hat dayîn ku 235 hezar kes ji herêmê werin texliyekirin.

Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) diyar kir, qeraxên Behra Japon di serî da tesîra bagera Lupîtê li ser herêmên rojava û başûrê welêt çêbû.

NHKya weşangerê qamûyê ragihand ku li eyaletên Hîroşîma, Şîmane û Ehîmeyê hişyarî hat dayîn ku 235 hezar kes werin texliyekirin.

Li gor ajansa Kyodoyê li Rêhesinên Japonyayê ya Rojava, herêmên başûr û li xeta Şînkansenê ya Sanyoyê hin sefer hatin betalkirin.

Piştî bagerê pireya navbera bajarê Osakayê û Balafirgeha Kansaiyê ji trafîkê ra hat girtin.

Çavkaniyên ewlehiyê yên herêmî daxuyand, piştî barana eyaleta Şîmaneyê çem ser ra avêt û kesek winda bû.

Ji aliyê din va li herêmên Kanto, Kinki û Tokaiyê jî barana gur tê payîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE