Li Kabila paytextê Efxanistanê di êrîşa bi bombeyê hat kirin da kesek hat kuştin.
Ferdews Faramarzê Berdevkê Midûriyeta Ewlekariya Kabilê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku li Begramiya navçeya Kabilê bombeya di rexê rê da hatibû bicîkirin dema wesayîta sivîlan derbas dibû hat teqandin.
Faramarz destnîşan kir ku di êrîşê de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Hetanî vê gavê kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe.
AA