Li Kabulê êrîşî konvoya NATOyê kirin: 4 kuştî

Li Kabula paytextê Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî konvoya eskerî ya NATOyê kirin, di êrîşê da 4 kes hatin kuştin...

Li Kabulê êrîşî konvoya NATOyê kirin: 4 kuştî

Li Kabula paytextê Efxanistanê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî konvoya eskerî ya NATOyê kirin, di êrîşê da 4 kes hatin kuştin.

Nasrat Rehîmiyê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Yeka Tuta herêma Kabulê bi wesayîta bombebarkirî êrîşî konvoya eskerî ya NATOyê kirin.

Rehîmî destnîşan kir ku li gor tesbîtên ewil di êrîşê da 4 sivîl hatin kuştin, 3 sivîl jî birîndar bûn.

Rehîmî got hê nizanin ku di êrîşê da gelo tiştek bi eskerên NATOyê hat an nehat.

Talibana ku berpirsyariya êrîşê hilda stûyê xwe îdia kir ku 10 eskerên NATOyê hatin kuştin.AA

Dîroka nûkirinê: 01 Hezîran 2019, 15:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE