Li Kabulê êrîşa bibombe: 4 kuştî

Berdevkê Midûriya Ewlehiya Kabulê Ferdews Faramarz ji çapemeniyê ra daxuyand li herêma Xêrxaneyê ya Kabulê li dijî minîbusa ku xebatkarên dewletê tê da bûn êrîşeke bibombe hat kirin.

Li Kabulê êrîşa bibombe: 4 kuştî

Li Kabula paytextê Efxanistanê li dijî minîbusa xebatkarên dewletê tê da bûn êrîşeke bibombe hat kirin, 4 kes hatin kuştin.

Berdevkê Midûriya Ewlehiya Kabulê Ferdews Faramarz ji çapemeniyê ra daxuyand li herêma Xêrxaneyê ya Kabulê li dijî minîbusa ku xebatkarên dewletê tê da bûn êrîşeke bibombe hat kirin.

Faramarz got di êrîşê da 4 kes hatin kuştin, 11 kes jî birîndar bûn.

Şahidan got minîbusa ku êrîş lê hat kirin ya Wezareta Ragihandin û Teknolojiyê bû.

Hê kesî berpirsyariya êrîşê hilnedaye stûyê xwe.

Li Kabulê di 15ê Adarê da li hemberî wesayîta ku xebatkarên Wezareta Ragihandin û Teknolojiyê tê da bûn êrîşeke bibombe hatibû kirin, 15 kes birîndar bûbûn.

Li welêt demên dawîn li hemberî rojnamevan, aktîvîsît, alim, karmendên dewletê û hêzên ewlehiyê êrîş tên kirin.

Dewlet dibêje Taliban van êrîşan dike, lê Taliban jî dibêje tu eleqeya wan bi van êrîşan ra tune.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE