Li Kabula paytextê Efxanistanê ser dîwarê balyozxaneya Amerîkayê ya terikandî alaya Taliban hat xêzkirin.
Balyozxaneya Kabulê ya Amerîkayê li Kabulê ser çaryana Mesûd a li ser kolana sereke ya ku diçe Balafirgeha Navneteweyî ya Hemîd Qerzaî ye. Dîwarên balyozxaneyê pêşiyê bi boyaxa spî hat boyaxkirin, paşê bi nivîs û motîfên ku pesnê Talibanê didin va hatin xemilandin.
Li ser dîwarê kêleka deriyê mezin ê balyozxaneya terikandî jî resma alaya Talibanê hat çêkirin.
Li ser dîwarên sûra balyozxaneyê jî duruşmeyên wekî "Bidawîbûna dagirkirinê îftihara azadiyê ya me hemûyan e." û "Welatiyo! Serxwebûna te bimbarek be." hatin nivîsandin.
Hat dîtin ku hêzên Talibanê li ber derî tevdîra ewlehiyê hilda.
Amerîkayê bi Talibanê ra peymana aştiyê çêkir û ji ber peymanê Amerîka ji 31ê tebaxê pê va bi temamî ji welêt derketibû.
AA