Li Kamçatkaya herêma Rûsyayê balafira rêwiyan a tîpa AN-26ê ket

Li Kamçatkaya herêma Rûsyayê balafira rêwiyan a tîpa AN-26ê ket

 Hat ragihandin ku li Kamçatkaya herêma Rûsyayê têkilî bi balafira rêwîyan a tîpa AN-26ê ya ku tê da 22 rêwî û 6 muretebat hebûn hat birîn û hat tesbîtkirin ku balafir ketiye.

Wezareta Rewşên Acîl ya Rûsyayê û Ajansa Rêwitiya Hewayê ya Federal a Rûsyayê (Rosaviatsiya) ragihand li herêma Kamçatkayayê têkilî bi balafira rêwiyan a tîpa AN-26ê ya ku ji bajarê Petropavlovsk-Kamçatkiyê diçû bajarê Palanayê hat birîn.

Piştî xebatên lêgerînê enqazên balafirê 4-5 kîlomêtro dûrî balafirgeha Palanayê hatin dîtin.

Li gor agahiyan ewil balafir dema dadiket girekî ket, hemû rêwî û muretabatên balafirê piştî qezayê mirin.

Der barê qezayê da lêpirsîn hat destpêkrin.

Li gor agahiyên çapemeniya Rûsyayê an ji ber rewşa hewayê ya nebaş an jî xeletiya pîlot balafir ketiye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE