Li Kamerunê êrîşa Boko Heramê: 37 kuştî

Li Kamerunê di êrîşa rêxistina terorê Boko Heramê da 37 kes hatin kuştin

Li Kamerunê êrîşa Boko Heramê: 37 kuştî

Li Kamerunê ku li Afrîkaya Rojava welatek e, di êrîşa biçek a rêxistina terorê Boko Haramê da 37 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya neteweyî, li girava Kamerunê Darakê ku nêzîkî Gola Çadê ye, endamên rêxistina terorê Boko Heramê êrîş kirin û di êrîşê da 21 esker û 16 sivîl hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

Di operasyona hêzên ewlekariyê ku piştî êrîşê li dar xistin da 15 endamên rêxistinê hatin girtin, gelek terorîst jî hatin berterefkirin.

Li Nîjeryayê ji serê salên 2000î vir va rêxistina Boko Heramê hebûna xwe didomîne û herwiha di çalakiyên tundiyê yên girseyî yên vê rêxistinê yên ji sala 2009an vir va da jî ji 20 hezarî zêdetir însan hatin kuştin.

Rêxistin ji 2015an vir va li welatên cîran Kamerun, Çad û Nîjerê jî êrîşan dike. Di êrîşên rêxistinê yên li keviya Gola Çadê da herî kêm 2 hezar kes hatin kuştin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE