Li kampa koçberan sehlebfiroşek

Li kampên koçberan û qadên lîstika zarokan digere û sehlebê difroşe…

Li kampa koçberan sehlebfiroşek

Ebdulqadir El Erîdê 46 salî li ji bajarê Helebê koç kiriye. Ji ber êrîşên rejima Esed xaniyê wî wêran bûye û bi xwe jî astegdar bûye. Ebdulqadir niha li Efrînê sehlebê difroşe. Li kampên penaberan û cihên lîstika zarokan digere û sehlebê difroşe. Ew ji bilî vî karî nikare tun karî bike.

Li ser motosîkletê sehlebê difroşe...

Kamp bi kamp digere, sehleba ku bi xwe çêkiriye dide zarokan...

Ebdulqadir el Erîde ji Helebê ji ber êrîşên rejima Esed bûye koçber. Li Efrînê sehlebê çêdike û difroşe.

Bi motosîkleta xwe li kampan û cihên lîstika zarokan digere û sehlebê dide wan.

Di êrîşên rejimê de ji lingê xwe astengdar bûye û ji bilî vî karî nikare tu karî bike.

Ebdulqadir El Erîd got, "Ez him nexweş him astengdar im û ancax vî karî dikim. Bi firotina sehlebê debara xwe dikim. Ez 5ê sibê radibim û sehleba xwe çêdikim. Paşê ez derdikevim diçim dibistan, kamp û cihên zarokan."

Ebdulqadir bi dengê Quranê li kampê digere. Wexta zarok deng dibihîsin li dora wî kom dibin.

Ebdulqadir El Erîd wiha dewam kir: "Li bal min tasên biçûk jî hene, ez bi lîreyekî difroşim. Bêguman li van deran her kes koçber e, ji ber vê ez jî zêde qezenc nakim. Lê ev ji bo min bes e. Vî zemanî kes alîkariya kesî nake."

Car caran ku perê zarokan tune be sehlebê beleş dide wan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE