Li kampa koçberên Êzdî lê dimînin şewat derket

Li kampa koçberên Êzdî lê dimînin şewat derket

 Li bajarê Dihokê li Kampa Şarya ya ku koçberên navxweyî yên Êzdî lê dimînin şewat derket. 

Li gor agahiyên ji şahidan hatin hildan li Kampa Şaryayê ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket û biqasî 130 kon şewitîn. 

Hat gotin ku ekîbên agirkujiyê gihaştin herêmê û ji bo tefandina şewatê dest bi xebatan kirin.

Agahî nehat dayîn ka di şewatê da tu kes mir yan na. 

Li gor daneyên Wezareta Koçê ya Iraqê di nav sînorên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da li 27 kampan 737 hezar û 365 koçberên navxweyî dijîn. 

Piştî ku DEAŞa rêxistina terorê di sala 2014an da kontrola gelek herêman bi dest xist ji bajarên Nînova, Kerkûk, Salahaddîn, Enbar, Diyala û Babîlê gelek kes reviyabûn herêmên ewledar. 

Digel ku bieêvebiriya Iraqê di sala 2017an da ragihand ku dijî DEAŞê bi ser ketiye gelek koçber hê jî nikarin vegerin malên xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE