Li kampên Îdlibê fitara ewil a remezanê hat vekirin

Sivîlên li Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî vir va 11 sal e remezanê ji dûrî malên xwe û di nav feqîriyê da derbas dikin.

Li kampên Îdlibê fitara ewil a remezanê hat vekirin

Li kampên Îdliba bajarê Sûriyeyê ya ku sivîlên ji ber êrîşên rejima Beşar Esed lê dimînin fitara ewil a meha remezanê hat vekirin.

Sivîlên li Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî vir va 11 sal e remezanê ji dûrî malên xwe û di nav feqîriyê da derbas dikin.

Suad Mihemedê ku ji ber êrîşên rejima Esed xwe spartiye Kampa Keferyahmulê daxuyand, xwarin û xurekê wan tune û di meha remezanê da jî wan tiştekî baş nexwariye.

 "Me par goşt xwar"

Mihemed anî ziman wî bi jin û 5 zarokên xwe va ji gundê Maarathirmeyê ya li ser Îdlibê koç kiriye û wiha axivî: "Rewşa me pir xirab e, ji saet 8an heta 3yan ez ji bo 10 lireyê Tirkiyeyê di zeviyê da dixebitim. Herî dawîn me par goşt xwar. Em ê rojekê di kampê da ji birçîbûnê bimirin. Îro me kulmek savar çêkir. Tekane daxwaza min ew e ku em vegerin mala xwe."

Mihemed got rejima Esed dest daye li ser mal û dewlemendiya malbatên koç kiriye û wiha dewam kir: "Ez nikarim ji zarokên xwe ra nan jî bikirim. Lê dîsa jî hemd ji Xwedê ra."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE