Li kampên Sûriyeyê lehî rabû şênî perîşan bûn

Li dor û bera Îdlib û Lazqiyeya Sûriyeyê ji ber barana tavî ya 2 roj berê dest pê kir û domiya 11 kampên penaberan di bin avê da man

Li kampên Sûriyeyê lehî rabû şênî perîşan bûn

Li dor û bera Îdlib û Lazqiyeya Sûriyeyê 2 roj berê barana tavî dest pê kir û duh ji ber ku zêde bû jî lehî rabû. Ji ber barana zêde 11 kampên ku nêzî 70 hezar penaber lê dijîn di bin avê da man.

Lehiyên ku bişev rabûn li kampan qelibîn û gelek kon bi avê da çûn. Bi deh hezaran konên penaberan piştî lehiyê di nav heriyê da man.

Ji ber lehiyê kampên li Atme, Kah, Kerame, Huda û Omerê û Hirbatul Cevza li çoltera Lazqiyeyê ye alîkarî xwestin.

Weqfa Alîkariya Mirovahî ya ÎHHyê ragihand ku ewê tevlî Saziyên Civakî yên Sivîl ên li Sûriyeyê ne ji bo malbatên di lehiyê da mexdûr bûn li herêmên nêzî navendê wê navendên berwext ava bikin.

Ji mexdûran Saît Saîtê ku li kampa Omerê dima û ji ber lehiyê mexdûr bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di nav 8 salan da cara ewile ku evqas baran dibare û wiha pê da çû: "Av li kampan qelibî. Nêzî 150 û 200 konbajêr bi qismî û yan jî tevahî zirar dîtin. Kesên ji ber baran û lehiyê mexdûr bûn dev ji konên xwe berdan û derbasî herêmên ewletir bûn."

Abdullatîf Mihemed ê ji şêniyên kampê jî got ku bi hezaran malbat ji bo ku di avê da neçin derketin serê girik û cihên bilind û wiha domand: "Li kampan binesazî nehat çêkirin. Kanalîzasyon tunebû. Di nav 8 salan da cara ewile ku baraneke wiha dibare. Kamp di ser şêniyan da hilweşiya. Pezê miletê di lehiyê da telef bû. Saziyên sivîl ne mimkune ku ji heqê vê bên der û lazime hikûmeta Tirk dest biavêje vê meseleyê."

Ahmet Arîf ê ku di lehiyê da konê wî jî zirar dît got ku hemû amûr û qir û qafên wan ji halê bikaranînê derketine û wiha pê da çû: "Di vî konî da em 3 malbat in. Ez zarokan bibim kê derê? Min zarokan çawa derxist qet nayê bîra min. Bavê min 85 salî bû û min ew şand nexweşxaneyê rewşa wî çawane ez nizanim. Ne tiştekî ku em bixwin ma û ne jî tiştekî em li serê razên me. Ez çi bikim bi kê derê va herim."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Kanûn 2018, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE