Li Kanadayê 182 merzelên neqeydkirî li nêzî xwendingeha dêrê hatin dîtin

Li Kanadayê 182 merzelên neqeydkirî li nêzî xwendingeha dêrê hatin dîtin

 Hat diyarkirin ku li nêzî Xwendingeha Misyonê ya St. Eugeneyê ya li British Columbiaya (B.C) eyaleta Kanadayê 182 merzelên neqeydkirî hatin dîtin.

Di daxuyaniya First Nationa civata herî mezin a li welêt da hat destnîşankirin ku li nêzî Cranbrooka li başûrê B.C.yê 182 merzelên neqeydkirî hatin dîtin.

Li qada nêzî Xwendingeha Misyonê ya St. Eugeneyê ya kevn a bi razemenî bi radarê merzel hatin tesbîtkirin û hat gotin ku merzel qasî mêtroyekê kûr in.

Jason Louîeyê ji şefên Miletê Ktunaxayê diyar kir ku xwendingeh di navbera salên 1912 û 1970yî da li herêmê dixebitî û paşê avahiya xwendingehê ya li rexê saheya golfê wekî cihê bînvedanê û qumarxaneyê hat xebitandin.

Louîe destnîşan kir ku li vê derê bi zorê perwerde didan zarokên xwecî û got, "Meriv nikare xwe ji bo xebereke wiha amade bike. Piştî 215 merzelên li Kamloopsê niha jî li vê derê, bi rastî gelekî zor e."

- Cesedên zarokan ên li Kamloops û Sakatchewanê

Li Kanadayê cara ewil di 29ê gulanê da li British Columbiayê li baxçeyê xwendingeha dêrê ya li bajarê Kamloopsê di 215 merzelên neqeydkirî da hestiyên zarokan hatibûn dîtin.

Di 24ê hezîranê da jî li hewşa Xwendingeha Dêrê ya Razemenî ya Marievalê ya li eyaleta Sakatchewanê parçeyên cesedê 751 zarokan hatibûn dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE