Li Kanadayê ji bo 751 zarokên ku hestiyên wan hatin dîtin şeva bîranînê hat lidarxistin

Li Kanadayê ji bo 751 zarokên ku hestiyên wan hatin dîtin şeva bîranînê hat lidarxistin

Di lêgerînên li baxçeyê Dibistana Dêra Razemeniyê ya Marievalê ya li Sakatchewana eyaleta Kanadayê hatin kirin da 24ê Hezîranê gorên ku bermayiyên cesedên 751 zarokên ku di qeydên fermî da tunene hatin dîtin.

Li Kanadayê ji bo 751 zarokên ku hestiyên wan dîtin duh şeva bîranînê hat lidarxistin.

Şeva bîranînê ji hêla Konseya Cowessess First Nationê va hat lidaxistin. Bername bi saeta herêmî di 19.30an da dest pê kir. Di bîranînê da li herêma ku mezel lê ne çadir hatin danîn û dia kirin.

Şeva bîranînê piştî axaftinên hatin kirin bi dawî bû.

- Li Kanadayê li baxçeyê dibistana dêreke razemeniyê bermayiyên cesedên 751 zarokan hatibûn dîtin

Di lêgerînên li baxçeyê Dibistana Dêra Razemeniyê ya Marievalê ya li Sakatchewana eyaleta Kanadayê hatin kirin da 24ê Hezîranê gorên ku bermayiyên cesedên 751 zarokên ku di qeydên fermî da tunene hatibûn dîtin.

Cadmus Delormeyê Şefê Xwecihên Firs Nationa Herêma Cowessessê ya ku lê gor hatin dîtin civîna çapemeniyê li dar xistibû û gotibû ku di encama xebatên ku ji serê vê mehê va hatin kirin da heta niha 751 gorên ku di qeydên fermî da cî nagirin hatine dîtin.

Şef Delorme gotibû ku "Ev der gora komî nîne, ev gorên bênav in."

Delorme diyar kiribû ku ji bo cihên merzelan divê îşaret hebin û ragihand ku Dêra Katolîkan a Romayê ya ku goristanê bi rê va dibe di salên 1960î da cihên îşaretkirinê rakirine.

Li gor qeydên fermî ev dibistana 140 kîlomêtro rojhilatê Reginaya paytextê eyaleta Saskatchewanê ye ji 1899î heta 1997an vekirî maye.

Di 29ê gulanê da li Bajarê Kamloppsê ya li ser eyaleta British Columbiayê bermayiyên cesedê 215 zarokan hatibû dîtin. Paşê li tevahiya welêt di 139 dibistanan da lêkolîn hatibûn kirin û gorên nû hatibûn dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE