Li Kanadayê li baxçeya dibistana dêreke razemenî bermayiyên cesedên 751 zarokan hat dîtin

Li Kanadayê li baxçeya dibistana dêreke razemenî bermayiyên cesedên 751 zarokan hat dîtin

Di lêgerînên li baxçeya Dibistana Dêra Razemenî ya Marîevalê ya li Sakatchewana eyaleta Kanadayê hatin kirin da gorên ku bermayiyên cesedên 751 zarokên ku di qeydên fermî da tunene hatin dîtin.

Cadmus Delormeyê Şefê Xwecihên Fîrs Natîona Herêma Cowessessê ya ku lê gor hatin dîtin civîna çapemeniyê li dar xist û got ku di encama xebatên ku ji serê vê mehê va hatin kirin da heta niha 751 gorên ku di qeydên fermî da cî nagirin hatin dîtin.

Şef Delorme got ku "Ev der gora komî nîne, ev gorên bênav in."

Delorme diyar kir ku ji bo cihên merzelan divê îşaret hebin û ragihand ku Dêra Katolîkan a Romayê ya ku goristanê bi rê va dibe di salên 1960î da cihên îşaretkirinê rakirine.

Li gor qeydên fermî ev dibistana 140 kîlomêtro rojhilatê Regînaya paytextê eyaleta Saskatchewanê ye ji 1899î heta 1997an vekirî maye.

Di 29ê gulanê da li Bajarê Kamloppsê ya li ser eyaleta British Columbiayê bermayiyên cesedê 215 zarokan hatibû dîtin. Paşê li tevahiya welêt di 139 dibistanan da lêkolîn hatibûn kirin û gorên nû hatibûn dîtin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE