Li Kenyayê "ji her 10 malî 2 malan da" qet xurek tune

Ji sedî 57ê beşdarvanan got ku fikara wan a herî mezin a der barê şewbê da ew e ku rewşa aborî xirabtir bibe.

Li Kenyayê "ji her 10 malî 2 malan da" qet xurek tune

Hat ragihandin ku li Kenyayê ji ber şert ûmercên aboriyê yên neyinî yên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derketin holê ji 10 malî 2 malan da qet xurek tune.

Di anketa dawîn a ku Twaweza East Afrîcaya şirketa lêkolînê kir da hat diyarkirin ku li Kenyayê ji her 10 malî 2 malan da qet xurek tune, ji her 10 malî 6 malan da xureka tenê dikare têrî hefteyekê bike heye.

Di anketê da biqasî 3 hezar kesî ra hevdîtin hat kirin û ji her 10 kesên pê ra axivîn 6 kesan got ku nikarin rojê 3 danan xwarinê bibînin.

Ji sedî 57ê beşdarvanan got ku fikara wan a herî mezin a der barê şewbê da ew e ku rewşa aborî xirabtir bibe.

- Gel bideyn avê dikire

Chrîstîne Wanjîkuya dayika 4 zarokan a ku li Kawangwareya ji taxên gecekonduyê yên paytext Naorîbiyê avê difrole daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku karê wê piştî şewbê xira bûn û digel ku hewcehia bingehîn e gel bi deyn avê dikire.

Wanjîkuyê got ku "Min berê gelekî pere qezenc dikir lê niha yek tê avê dixwaze lê pereyê wî tune. Ez neçar didim."

Wanjîkuyê got ji bo ku şewb xilas bibe dia dike û diyar kir dibe ku mecbûr bimîne ku dikana xwe ya avê bigire. 

Li Kenyayê heta niha bi 103 hezar û 841 kesî ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin, 1813 kes mirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE