Li Kenyayê otobês welgeriya: 50 mirî

Li Kenyayê otobêsek rêwiya ji kontrol derket û welgeriya

Li Kenyayê otobês welgeriya: 50 mirî

Li Kenyayê otobêseke rêwiyan ji kontrol derket û welgeriya. Di qezayê de 50 kes mirin. 

Li gor agahiyan, otobêsa ku 52 rêwî tê de bûn û dixwest ji bajarê Naîrobiyê biçe bajarê Kakamegayê ji rê derket û welgeriya. Di qezayê zarok jî di nav de bi tevahî 50 kes mirin. 

Komîserê Herêma Geliyê Rîftê Francîs Munyambu got ku birîndar rakirine nexweşxaneyên derûdorê. 

Li welêt her sal di qezayên de qasî 3 hezar kes dimirin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE