Li Kerbeleya bajarê Iraqê ji ber ku di îzdihamê da 31 kes mirin ji bo 3 rojan şîn hat îlankirin.
Walîtiya Kerbelayê daxuyaniya nivîskî da û got ku li ser daxwaza Walî Nesîf el Qutabî û pesendkirina Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, seba kesên ku li Kerbelayê di îzdihama çalakiyên eşûreyê da mirin 3 roj şîn hat îlankirin.
Li Kerbelayê duh di merasima Eşûreyê da îzdiham çêbûbû û tê da 31 kes miribûn, 100 kes birîndar bûbûn.
Piştî bûyerê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî çûû Kerbelayê û li nexweşxaneyê birîndar ziyaret kiribûn.
AA