Li Kerbelaya bajarê Iraqê teqîn: 12 kuştî

Li bajarê Kerbelayê teqînek çêbû û 12 kes hatin kuştin

Li Kerbelaya bajarê Iraqê teqîn: 12 kuştî

 Li Kerbelaya bajarê Iraqê di minîbêsekê da teqîn çêbû û 12 kes hatin kuştin, 5 kes jî birîndar bûn. 

Li gor daxuyaniya ku ji Tora Medyaya Ewlehiya Wezareta Parastina Iraqê hat dayîn, teqîn li deriyê bajêr nêzî Cihê Kontrolê ya 54an çêbû. 

Li gor agahiyên ku ji Midûriyrta Tenduristiya Bajêr hat hildan, di bûyerê da 12 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn. 

Di daxuyaniyê da hat gotin ji hin kesên ku di minîbêsa da bûn şewitîne û kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê. AA

Dîroka nûkirinê: 21 îlon 2019, 15:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE