Li Kerkûkê 4 stargehên rêxistina terorê DEAŞê hatin jinavbirin

Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Korgeneral Saad Harbiye di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li başûrê Kerkûkê li devera gundewaran li dijî rêxistina terorê DEAŞê ji hêla hêza polêsê federal operasyon hat destpêkirin.

Li Kerkûkê 4 stargehên rêxistina terorê DEAŞê hatin jinavbirin

Hat ragihandin li başûrê bajarê Kerkûkê yê Iraqê 4 stargehên rêxistina terorê DEAŞê hatin jinavbirin.

Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Korgeneral Saad Harbiye di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li başûrê Kerkûkê li devera gundewaran li dijî rêxistina terorê DEAŞê ji hêla hêza polêsê federal operasyon hat destpêkirin.

Harbiye destnîşan kir ku operasyon li nêzîkî Geliyê Garha û Şayê yê li gundewarê bajarokê Reşadê hat lidarxistin û her wiha di operasyonê da 4 stargehên rêxistina terorê DEAŞê hatin jinavbirin.

Harbiye diyar kir ku di stargehan da gelek çek, muhîmat û alavên jiyanê hatin bidestxistin û operasyon jî berdewam e.

DEAŞê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selahedîn û Enbarê, qismeke Diyala û Kerkûkêzeft kiribû, herêm di nav salan da hatibûn xilaskirin.

Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê yê berê di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku li dijî rêxistinê serfirazî bi dest xistin.

DEAŞa rêxistina terorê ji herêmê hat derxistin, bajar û bajarok paşda hatin sitandin, ser vê ra 3 sal derbas bû lêbelê DEAŞ hê li deverên çiyayî yên parêzgehên navborî êrîşên xwe didomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE