Li Kerkûkê cara ewil pêşbaziya drîftê hat kirin

Li Kerkûkê cara ewil pêşbaziya drîftê hat kirin

 Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê pêşbaziya drîftê ya ku cara ewil hat kirin, eleqeyeke mezin dît.

Ji 7 parêzgehan 55 pîlot beşdarî pêşbaziyê bûn ku li bakurê bajêr di pîsta Akademiya Werzişê ya Qelemê da hat lidarxistin. Di pêşbaziya ku hezkiriyên werzişên motoran eleqeyeke germ nîşan dan da pîlotan bi şovên xwe va kêfa temaşevanan anî.

Endamê Akademiya Werzişê ya Qelemê Soran Mihemed di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, li Kerkûkê pêşbaziyeke bi rengî cara ewil tê kirin.

Mihemed diyar kir, 55 pîlot ji bajarên Bexda, Hewlêr, Mûsil, Kerkûk, Silêmanî û Selahedînê yên Iraqê beşdarî pêşbaziyê bûn û her wiha hejmareke zêde ya temaşevanan jî eleqe nîşanî pêbaziyê dan.

Mihemed bal kişand, pêşbazîhezên Kerkûkî berî niha çalakiyên bi vî rengî li ser kuçeyên vala dikirin, lê niha bi vê gavê va êdî dê pîst ji bo drîfthezan vekirî bin.

Mihemed xwest ku hikûmet û Wezareta Werzişê jî piştgiriyê bide çalakiyên bi vî rengî.

Mesûd Ebdullahê ku ji bajarê Besrayê beşariyê çalakiyê bû jî wiha axivî, "Li welêt ji ber şer û bûyerên terorê bi salan e me rojên tal derbas kirin. Xasma ciwan bûn hesretî çalakiyên bi vî rengî. Pêşbaziya li Kerkûkê xweş e û meriv kelecanî dike. Ji 7an heta 70yan herkes li vir e. Hesteke pir xweş e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE