Li Kerkûka bajarê Iraqê di 4 kesên ji heman malbatê da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tebsîtkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê da hat destnîşankirin ku li Kerkûkê di 4 kesên ji heman malbatê yên ji Îranê vegeriyane da Kovîd-19 hat dîtin.
Hat diyarkirin ku malbat li nexweşxaneyeke li bajêr hildan karantînayê.
Li Necefa bajarê Iraqê jî duh hatibû diyarkirin ku di xwendekarekî Îranî da vîrusa koronayê ya nû hat dîtin.
AA