Hat ragihandin ku li Kerkûka bajarê Iraqê di encama êrîşeke DEAŞa rêxistina terorê de 4 esker hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya Tora Medyayê ya Asayişê ya hikûmeta Iraqê, çekdarên DEAŞê li ser rêbeja Kerkûkê êrîşeke çekdarî li dar xistin.
Hat destnîşankirin ku di encama gulebarînê de 4 esker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.AA