Li Kerkûkê di heman demê da du bombe teqiyan

Berpirsê Çapemeniyê yê Midûriya Polêsên Kerkûkê Efrasyav Kamil: "Li semtên Esra Mafkudîn û Şerîket Tarikê yên Kerkûkê di heman demê da du êrîşên bibombe hatin kirin"

Li Kerkûkê di heman demê da du bombe teqiyan

Hat ragihandin ku li navenda bajarê Kerkûka Iraqê li du semtên cuda di heman demê da bi wesayîtên bombebarkirî du êrîş hatin kirin û di êrîşan da kuştî tunene.

Berpirsê Çapemeniyê yê Midûriya Polêsên Kerkûkê Efrasyav Kamil daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Li semtên Esra Mafkudîn û Şerîket Tarikê yên Kerkûkê di heman demê da du êrîşên bibombe hatin kirin."

Kamil diyar kir, dema ku teqîn çêbûn li wan herêman tunebûna merivan pêşî li ber facîayekê girt.

Kamil destnîşan kir ku di herdu êrîşên ku tê da wesayîtên bombebarkirî hatib bikaranîn da tiştek bi kesî nehat û wiha dewam kir: "Hê tu agahiyeke zelal tuneye bê ka êrîş li dijî kê hat kirin. Polês li cihê êrîşên bibombe lêkolîneke berfireh da destpêkirin. Tê lêkolînkirin bê ka wesayîtên bombebarkirî çawa ketine navenda bajêr."

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE