Li Kerkûkê di operasyona dijî DEAŞê da 9 terorîst hatin kuştin

Li Kerkûkê di operasyona dijî DEAŞê da 9 terorîst hatin kuştin

Li Sergarana bajarokê Kerkûka bajarê Iraqê du roj berê dijî DEAŞa rêxistina terorê operasyon hat destpêkirin, 9 terorîst hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya Şaxa Medyayê ya Ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Iraqê, artêşa Iraqê li nêzîkî bajaroka Sergaranê di 9ê gulanê da operasyon da destpêkirin.

Di operasyonê da sitargeheke terorîstan ya li nêzîkî Girê Giravê hat îmhekirin, 9 terorîst jî hatin kuştin.

DEAŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an da bi tevahiya Mûsil, Selahaddîn, Enbar û qismekî Diyala û Kerkûka bajarên Iraqê hildabû bin kontrola xwe, lê ev herêm peyderpey ji destê rêxistinê hatibûn rizgarkirin.

Serokwezîrê Iraqê yê wê heyamê Heyder el-Ebadî di 9ê Çileya Pêşîn a 2017an da gotibû wan DEAŞ têk biriye û ew serfiraz bûne.

Ev nêzî 4 salan e ku Iraq ji DEAŞê hatiye paqijkirin, lê dîsa jî li hin herêman bi taybetî Mûsil, Selahaddîn, Enbar, Diyala û Kerkûkê êrîşên rêxistinê dewam dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE