Li Kerkûkê di êrîşa DEAŞê da polêsek hat kuştin

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşê da polêsek hat kuştin, li herêmê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.

Li Kerkûkê di êrîşa DEAŞê da polêsek hat kuştin

Hat ragihandin ku li Kerkûka bajarê Iraqê mensûbên DEAŞa rêxistina terorê êrîşî baregeha kontrolê ya polêsên federal a Iraqê kir û di êrîşê da polêsek hat kuştin.

Li gor daxuyaniya ku ji Tora Medyayê ya Ewlehiyê hat dayîn, DEAŞa rêxistina terorê li Nahiyeya Riyadê ku dikeve başûrê bajêrî êrîşî baregeha kontrolê kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di êrîşê da polêsek hat kuştin, li herêmê operasyoneke berfireh dan destpêkirin.

DEAŞa rêxistina terorê di 2014an da temamiya Mûsil, Selahaddîn û Enbara wilayetên Iraqê û qismekî bajarên Diyala û Kerkûkê bi dest xistibû, herêmên navborî bi demê ra ji rêxistinê paşva hatibûn sitandin.

Heyder el-Îbadiyê Serokwezîrê heyamê di 9ê berfanbara 2017an da eşkere kiribû ku dijî DEAŞê bi ser ketin.

Digel ku ji ser ra 4 sal derbas bû ku Iraq ji DEAŞê hat paqijkirin li herêmên çolwar ên wilayetên navborî êrîşên rêxistinê didomin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE