Koalîsyona dijî DEAŞê ya Amerîka pêşengiya wê dike, daxuyand ku li Kerkûkê bi roketan êrîşî Baregeha Eskerî ya K1ê ku eskerên Amerîkayê jî lê ne, kirin û di êrîşê da personelekî sivîl ê bi peyman hat kuştin, gelek eskerên Amerîkayî û Iraqî birîndar bûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya koalîsyonê da wiha hat gotin: "27ê berfanbarê li gor saeta Iraqê di 7:20î da li Kerkûkê bi roketan êrîşî baregeheke eskerî ku eskerên koalîsyonê jî lê ne, kirin û di êrîşê da personelekî sivîl ê bi peyman ê Amerîkayî hat kuştin, gelek eskerên Amerîkayî û Iraqî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku hêzên asayîşa Iraqê li ser bûyerê tedqîq û lêpirsînê dike.
Midûrê Polêsan ê Kerkûkê Elî Kemal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku DEAŞa rêxistina terorê li rojavayê bajêr 3 fuzeyên katyuşayê avêtin Baregeha Eskerî ya K1ê ku eskerên Amerîkayê jî lê ne.
DEAŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an da temamiya wilayetên Misûl, Salahaddîn û Enbarê û qismekî bajarên Diyala û Kerkûkê bi dest xistibûn, herêmên navborî piştî salan ji destê rêxistinê hatibûn derxistin.
Her çend Iraq ji DEAŞê hat paqijkirin û 2 sal ser ra derbas bû jî, li deverên çiyayî yên herêmên navborî hê êrîşên rêxistinê dewam dikin.
Li Iraqê digel Baregeha Eskerî ya K1ê 8 baregehên eskerî yên Amerîkayê hene.AA