Li Kerkûkê Hîva Sor a Tirkiyeyê li hezar û 150 malbatî goşt belav kir

Hîva Sor a Tirkiyeyê goştê qurbanê li hezar û 150 malbatên li Kerkûkê yên piraniya wan ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê koç kiribûn belav kir

Li Kerkûkê Hîva Sor a Tirkiyeyê li hezar û 150 malbatî goşt belav kir

Hîva Sor a Tirkiyegoştê qurbanê li hezar û 150 malbatên li Kerkûkê yên piraniya wan ji ber êrîşên DEAŞa rêxistina terorê koç kiribûn belav kir.

Ahmet Dagliyê personelê Serokatiya Delegasyona Iraqê ya Hîva Sor a Tirkiyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Me li hezar û 150 malbatên li Yahyawaya Kampa Penaberan navenda Kerkûkê goştê qurbanê belav kir."

Dagli destnîşan kir ku di çarçoveya benameya "Tirkiye Bibe Hîv" da alîkariyên xwe didomînin, goştê qurbanê li 500 malbatên li Yahyawaya Kampa Penaberan, 650 malbatên li navenda Kerkûkê belav kirin.

Dagli wiha axivî: "Li Iraqê hewcedarek jî hebe hewl didin bigihîjin wî û alîakriyê bidinê."

- Ji Tirkiyeya piştgiriyê dide penaberên navxweyî ra sipas

Şuayp Kasapogluyê Midûrê Yahyawaya Kampa Penaberan ji Hîva Sor a Tirkiyeyê ya piştgiriyê dide penaberên navxweyî ra sipas kir.

DEAŞa rêxistina terorê di sala 2014an da ji 3 paran pareke Iraqê zeft kiribû, gelê herêman ji ber êrîşan koç kiribûn û xwe sipartibûn kampên penaberan, Hîva Sor a Tirkiyeyê ji wê rojê vir da alîkariyên dide penaberên navxweyî bênavber didomîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2019, 17:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE