Li Kerkûkê ji bo danandina alayên HKIyê wext dan YNKê

Berpirsyarê Çapemeniyê yê Fermandariya Tumena 2yemîn a Hêza Polêsên Têkoşîna Dijî Terorê Muntazar es-Seidî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Me ji bo ku alayan deynin 24 saet wext da YNKê."

Li Kerkûkê ji bo danandina alayên HKIyê wext dan YNKê

Hêza Polêsên Têkoşîna Dijî Terorê ya girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo ku alayên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) yên ki li avahiyên partiyê yên li Kerkûkê daliqandin dane 24 saet wext da Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK).

Berpirsyarê Çapemeniyê yê Fermandariya Tumena 2yemîn a Hêza Polêsên Têkoşîna Dijî Terorê Muntazar es-Seidî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Me ji bo ku alayan deynin 24 saet wext da YNKê."

Seidî got ku berdeamiya qeyrana li Kerkûkê dê bibe sedem ku îstiqrara li bajêr xira bibe û dê destûrê nedin vê û got ku "Pêşaniya me îstiqrar û ewlehiya bajêr e."

Du roj berê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li avahiyên partiyê yên li Kerkûkê alayên HKIyê daliqandin û li ser vê yekê qeyran derket û Walîtiya Kerkûkê ji hikûmeta navendî ya Iraqê yekîneyên teqwiye xwestin.

- Ji aliyê YNKê ve li avahiyên partiyê daliqandina alayan

YNKya ku navenda wî Silêmanî ye pêr alayên HKIyê yên li navenda bajarê Kerkûkê yên ku ev salekî dirêjtir bû danîbûn dîsa daliqandin. 

YNK dîmenên daliqandina alayan ji ser hesabên xwe yên çapemeniya civakî parve kirin û parast ku Kerkûk di nav herêmên binîqaş de cî digire û mafê wan a ji bo daliqandina alayan heye.

Piştî geşedanê hêzên polêsan demildest alayên Herêma Kurdistanê yên ku li kûçe û kolanan hatibûn daliqandin danîn û dest neda yên ku li avahiya partiyê hatine daliqandin.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Çile 2019, 16:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE