Li Kerkûkê li dijî DEAŞê operasyona "Çakûçê Hesin" dest pê kir

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, li deverê 3 stargehên ku ji hêla DEAŞiyan va tên emilandin hatin wêrankirin, gelek çek, muhimat, teqemenî û alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Li Kerkûkê li dijî DEAŞê operasyona "Çakûçê Hesin" dest pê kir

Li Iraqê li dijî rêxistina terorê DEAŞê operasyona "Çakûçê Hesin" hat destpêkirin ku li herêma dikeve navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyaleyê pirî carî êrîşan pêk tîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya polêsê Iraqa federal da hat diyarkirin, di operasyona "Çakûçê Hesin" ya ku li herêma berfireh a dikeve navbera Kerkûk, Selahedîn û Diyaleyê li dijî rêxistina terorê DEAŞê hat destpêkirin da Hêzên Asîmanî yên Iraqê jî beşdar in.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, li deverê 3 stargehên ku ji hêla DEAŞiyan va tên emilandin hatin wêrankirin, gelek çek, muhimat, teqemenî û alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Hat diyarkirin, armanc ew e ku bi operasyonê va herêm bi temamî ji rêxistina terorê DEAŞê were paqijkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li başûrê Kerkûkê li herêma Wadî eş-Şayê û li Wadî Zegetûnê hêzên ewlekariyê û terorîst bi hev çûn.

Her wisa hat ragihandin ku di operasyonê da Fermandariya Operasyonên Kerkûkê, Polêsê Iraqa Federal û hêzên Heşda Şabî beşdar in.

DEAŞê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selahedîn û Enbarê, qismekî Diyala û Kerkûkê zeft kiribû, herêm di nav salan da hatibûn xilaskirin.

Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku li dijî rêxistinê serfirazî bi dest xistin.

DEAŞa rêxistina terorê ji herêmê hat derxistin, bajar û bajarok paşda hatin sitandin, ser vê ra 4 sal derbas bû lêbelê DEAŞ hê li deverên çiyayî yên parêzgehên navborî êrîşên xwe didomîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE