Li Kerkûkê li dijî hêza Heşda Şabî ya Tirkmenan êrîş: 3 kuştî

Midûrê Ewlekariya Kerkûkê Elî Kemal di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li dijî gundê Asî yê nêzîkî bajaroka Beşîrê êrîşa terorê hat kirin.

Li Kerkûkê li dijî hêza Heşda Şabî ya Tirkmenan êrîş: 3 kuştî

 Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê li nêzîkî bajaroka Beşîrê di êrîşa rêxistina terorê DEAŞê da 3 kes hatin kuştin.

Midûrê Ewlekariya Kerkûkê Elî Kemal di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li dijî gundê Asî yê nêzîkî bajaroka Beşîrê êrîşa terorê hat kirin.

Kemal destnîşan kir ku êrîş ji hêla rêxistina terorê DEAŞê hat kirin û di êrîşê da 3 kesên endamên hêza Heşda Şabî ya Tirkmenan hatin kuştin.

Kemal her wiha got ku DEAŞiyan xwest bi êrîşê va gundê Asî kontrol bike, lêbelê hêzên ewlekariyê êrîş şikand.

DEAŞê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selahedîn û Enbarê, qismeke Diyala û Kerkûkê zeft kiribû, herêm di nav salan da hatibûn xilaskirin. Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê yê berê di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku li dijî rêxistinê serfirazî bi dest xistin.

DEAŞa rêxistina terorê ji herêmê hat derxistin, bajar û bajarok paşda hatin sitandin, ji ser vê ra 3 sal derbas bû lêbelê DEAŞ hê li Kerkûk, Diyala, Mûsil, Selahedîn û Enbarê êrîşan dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE