Li Kerkûkê operasyona dijî DEAŞê : 24 kuştî

Fermandarê Operasyonan ê Kerkûkê Seîd Herbiye daxuyanî da û diyar kir ku li başûrê Kerkûkê dijî terorîstên DEAŞî operasyon hat kirin.

Li Kerkûkê operasyona dijî DEAŞê : 24 kuştî

Li Kerkûka bajarê Iraqê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê ya ji hêla hêzên koalîsyona ku serkêşiya wan Amerîka dike da 23 endamên DEAŞê hatin kuştin.

Fermandarê Operasyonan ê Kerkûkê Seîd Herbiye daxuyanî da û diyar kir ku li başûrê Kerkûkê dijî terorîstên DEAŞî operasyon hat kirin.

Herbiye got li nêzîkî gundê Wadî eş-Şayê pevçûn derket û di pevçûnê da eskerekî Iraqê û 23 endamên DEAŞê hatin kuştin.

Li Iraqê di van rojên dawîn da Kerkûk di serî da li bajarên Mûsil, Selaheddîn û Enbarê dijî hêzên ewlehiyê êrîş zêde tên kirin.

DEAŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selaheddîn û Enbara bajarên Iraqê û qismekî Diyala û Kerkûkê zeft kiribû, ev herêm çend sal şûnda ji destê DEAŞê hatibûn xilaskirin.

Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê yê berê di 9ê Çileya Pêşîn a 2017an da diyar kiribû ew li dijî DEAŞê serfiraz bûn. DEAŞ ji herêmê hat derxistin û ji wê rojê hetanî niha 2 sal derbas bûn, lê dîsa jî rêxistin li van deran êrîşên xwe didomîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE