Li Kerkûkê rageşiya alaya HKIyê

Li Kerkûka bajarê Iraqê piştî ku alaya Herêma Kurdistana Iraqê bi avahiyên YNKyê va hat daliqandin û şûnda rageşiyê dest pê kir û didome

Li Kerkûkê rageşiya alaya HKIyê

Li Kerkûka bajarê Iraqê piştî ku alaya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi avahiyên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) va hat daliqandin û şûnda rageşiyê dest pê kir û didome.

Walitiya Kerkûkê bi hinceta ku qanûnî nîne telîmat da polêsan û şûnda alayên hin avahiyên partiyê û cihên wek keleha Kerkûkê hatin daxistin. Hat dîtin ku li navenda buroya siyasî ya YNKyê ala hê daliqandî ye.

Hin kes li hin semtan kom bûn ku daliqandina alaya HKIyê pîroz bikin, lê polêsan ew bela kirin.

Hat dîtin ku li bajêr tevdîrên ewlehiyê zêde zêde hatin hildan û polês di kuçeyan da timî nasnameyan kontrol dikin.

Ji bo ku rageşî veneguhere bûyerên tundî polêsan li bajêr jimara dewriyeyan zêde kir.

Li ser bangewaziya Serokê HKIyê yê berê Mesût Barzanî di îlona 2017an da referanduma serxwebûnê ya nemeşrû hat kirin û piştî referandumê hêzên hevpar ên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê di 16ê cotmeha 2017an da operasyona eskerî kir û Kerkûk bi temamî ket kontrola Bexdayê û Pêşmerge jî bêyî ku şer bikin vekişiyabûn HKIyê.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 10:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE