Li Kerkûka bajarê Iraqê kesên ku nasnameya wan ne diyar e bi çekan êrîşî navenda giştî ya Partiya Hereketa Netewparêz a Tirkmenan kirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Hereketa Neteweparêz a Tirkmenan Beyatli:Bi çekan êrîşî navenda giştî ya partiya me kirin.
Beyatli destnîşan kir ku di êrîşê da tiştek bi kesî nehat û wiha dewam kir, "Kesên ku rûyê wan pêçayî bûn û li ser motosîkletê bûn, bi lez û bez ber partiya me ra derbas bûn û gule berdan."
Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê hatin herêmê û lêkolîn dan destpêkirin.