Berpirsê Çapemeniyê yê Rêveberiya Polîsê Kerkûkê Afrasyav Kamîl di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku li semta Memdûdeya Kerkûkê li ser caddeya sereke wesayiteke parkkirî bi qumandeyê hat teqandin û di encamê de 4 sivîl birîndar bûn.
Kamîl destnîşan kir ku li derdora cihê bûyerê gelek xanî û kargehan zirar dîtiye û got ku rêyên hatin û çûna semtê hatine girtin û polîsan dest bi lêpirsînê kiriye.