DEAŞê rêxistina terorê li Kerkûka bajarê Iraqê êrîş kir. Di êrîşê da 2 polês hatin kuştin û 3 polês jî birîndar bûn.
Berdevkê Çapemeniyê yê Midûriyeta Polêsan a Kerkûkê Afrasyaw Kamil daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku êrîş li navçeya Dakukê ya li ser Kerkûkê dijî polêsan hat kirin.
Kamil got ku êrîşa biçek da 2 polês hatin kuştin û 3 polês jî birîndar bûn.
Hêzên Iraqê di çileya pêşîn a 2017an da daxuyandibûn Mûsil di serî da ji sê paran parek axa Iraqê ya ku 3 salan di destê DEAŞê da bû hatiye rizgarkirin.
Lê dîsa jî endamên DEAŞê li çol û bestên Enbar, Diyala, Kerkûk, Salahaddîn û Mûsilê hebûna xwe diparêzin, car caran jî li hemberî hêzên ewlehiyê û sivîlan çalakiyan dikin.