Li Kerkûkê êrîşa DEAŞê: 2 mirî, 3 birîndar

Li Kerkûka bajarê Iraqê di êrîşa DEAŞê da 2 kes mirin, 3 kes birîndar bûn.

Li Kerkûkê êrîşa DEAŞê: 2 mirî, 3 birîndar

Li Kerkûka bajarê Iraqê teqemeniyeke ji hêla DEAŞa rêxistina terorê va hatibû bicihkirin teqiya 2 kes mirin, 3 kes birîndar bûn.

Midûrê Polêsan ê Kerkûkê Alî Kemal ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li gundê Saduniyeya girêdayî Havîceya navçeya Kerkûkê di eraziyekî da mayînek teqiya.

Kemal got teqemenî ji hêla milîtanên DEAŞa rêxistina terorê va hatiye bicihkirin û ji dûr va bi qumandayê va hatiye teqandin.

Kemal anî ziman di teqînê da polêsek û sivîlek hatine kuştin, 3 cotkarên li eraziyê bûn jî birîndar bûne, birîndar rakirine nexweşxaneyan.

DEAŞa rêxistina terorê Kerkûk di serî da li bajarên Mûsil, Enbar, Salahaddîn û Diyalayê hin caran li hemberî hêzên ewlehiyê êrîşan dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE