Li Kerkûkê êrîşa DEAŞê: 2 polês hatin kuştin

Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Korgeneral Saad Herbiye daxuyanî da û got, "Li rojavayê bakurê Kerkûkê li dijî xaleke kontrolê ya Hêza Polêsê Federal êrîşeke biçek hat kirin û 2 polês hatin kuştin."

Li Kerkûkê êrîşa DEAŞê: 2 polês hatin kuştin

Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê di êrîşa rêxistina terorê DEAŞê ya dijî xaleke kontrolê ya Hêza Polêsê Federal da 2 polês hatin kuştin.

Fermandarê Operasyonên Kerkûkê Korgeneral Saad Herbiye daxuyanî da û got, "Li rojavayê bakurê Kerkûkê li dijî xaleke kontrolê ya Hêza Polêsê Federal êrîşeke biçek hat kirin û 2 polês hatin kuştin."

Herbiye diyar kir ku komeke terorîstên DEAŞî ku ji 5 an jî 8 kesan pêk tê, bi çekên otomotîk û sivik êrîş pêk anîn. Herbiye herwiha got ku piştî êrîşî li herêmê operasyon hat lidarxistin û 2 terorîst birîndar hatin destgîrkirin.

Rêxistina terorê DEAŞê di hezîrana 2014an da Mûsil di serî da ji sisêyan yek xaka Iraqê bi dest xistibû. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê di berfanbara 2017an da piraniya vê xakê ji destê rêxistinê derxistibû.

Ligel ku li navenda parêzgeh û bajaran tehdîda êrîşên DEAŞê zêde nemaye jî lêbelê li deverên çol û çiyayî rêxistin car carî çalakiyan dike.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE