Li Kerkûkê êrîşa DEAŞê: 6 kuştî

Di êrîşa rêxistina terorê DEAŞê ya dijî Kerkûkê da 6 cotkar hatin kuştin

arşîv
Li Kerkûkê êrîşa DEAŞê: 6 kuştî

Hat ragihandin, li nêzîkî nehiyeya Tazexurmatû yê li başûrê bajarê Kerkûkê yê Iraqê di êrîşa rêxistina terorê DEAŞê da 6 cotkar hatin kuştin.

Ji Tora Çapemeniya Ewlekariyê ya hikûmeta Iraqê li ser mijarê daxuyaniya nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, DEAŞiyan li nêzîkî bajarokê Beşîrê yê nehiyeya Tazexurmatûyê êrîşî cotkaran kirin.

Hat destnîşankirin, di êrîşê da 6 kesên ku li herêmê cotkariyê dikin hatin kuştin, bi dehan donim zeviyên genim jî şewitîn.

Di daxuyaniyê da her wisa hat gotin ku ji bo desteserkirina êrîşkaran, operasyon hat destpêkirin.

DEAŞê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selahedîn û Enbarê, qismekî Diyala û Kerkûkê zeft kiribû, herêm di nav salan da hatibûn xilaskirin.

Serokwezîrê Iraqê yê berê Heyder Ebadî di 9ê berfanbara 2017an da diyar kiribû ku li dijî rêxistinê serfirazî bi dest xistin.

DEAŞa rêxistina terorê ji herêmê hat derxistin, bajar û bajarok paşda hatin sitandin, ser vê ra 4 sal derbas bû lêbelê DEAŞ hê li deverên çiyayî yên parêzgehên navborî êrîşên xwe didomîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE