Li Kerkûkê êrîşa DEAŞa rêxistina terorê: Kuştiyek, 2 birîndar

Amir Nuriyê Berdevkê Midûriyeta Polêsên Kerkûkê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku endamên DEAŞê bi bombeya desta êrîşî ciyê kontrolê yê polêsên federal û endamên Heşdî Şebiyê kirin.

arşîv
Li Kerkûkê êrîşa DEAŞa rêxistina terorê: Kuştiyek, 2 birîndar

DEAŞa rêxistina terorê li nêzî Hewîceya navçeya Kerkûkê bi bombeya desta êrîşî ciyê kontrolê kir, di êrîşê da endamekî Heşdî Şebiyê hat kuştin û 2 polês birîndar bûn.

Amir Nuriyê Berdevkê Midûriyeta Polêsên Kerkûkê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku endamên DEAŞê bi bombeya desta êrîşî ciyê kontrolê yê polêsên federal û endamên Heşdî Şebiyê kirin.

Nurî diyar kir ku di êrîşê da endamekî Heşdî Şebiyê hat kuştin û 2 polês birîndar bûn û li ser vê operasyon dan destpêkirin.

DEAŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an da tevahiyê Mûsil, Selahedîn û Enbarê û qismekî Diyala û Kerkûkê zeft kiribû û ev deran di nav salan da paşda hatibûn sitandin.

Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê yê berê di 9ê berfanbara 2017an da diyar kir ku li dijî rêxistinê bi ser ketin.

Ji ser ra 4 sal derbas bûn ku DEAŞ ji Iraqê hat paqijkirin ligel vê rêxistin li der û dorê êrîşan didomîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE