Li Kerkûkê êrîşa terorê

Li Kerkûka bajarê Iraqê di êrîşa bibombe ya terorê da 3 kes birîndar bûn...

Li Kerkûkê êrîşa terorê

Li Kerkûka bajarê Iraqê di êrîşa bibombe ya terorê da 3 kes birîndar bûn.

Serpel Hemîd el-Ubeydiyê ku di Midûriya Ewlehiya Kerkûkê da wezîfedar e daxuyand ku êrîş li ber deriyê Ofîsa Partiya Doza Îslamî ya Iraqê bi wesayîteke bombebarkirî hat kirin. Ubeydî got Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî endamê vê partiyê ye û di êrîşê da 3 kes birîndar bûne. 

Ubeydî got ji ber tesîra teqînê li herêmê hin wesayîtan zirar dît. Ubeydî diyar kir ku ev êrîş bi îxtimaleke mezin ji aliyê milîtanên DEAŞê va hatiye kirin. 

Hê tu kesî êrîş hilneda ser xwe. 

Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî di Çileya Pêşîn a 2017an de daxuyandibû hebûna eskerî ya DEAŞê ya ku 3 sal in dewam dike êdî li Iraqê ji holê rabûye. Lê hucreyên veşartî yên rêxistinê hin caran li hin deveran êrîşên terorê dikin. 

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2018, 10:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE