Li Kerkükê li dijî avahiya Tuxayên Bedrê ku nêzîkî Îranê ye êrîş

Li Kerkükê li dijî avahiya Tuxayên Bedrê ku nêzîkî Îranê ye êrîş

Li bajarê Kerkükê yê Irakê li dijî avahiya Tuxayên Bedrê ku di bin sîwana Heşda Şabiya nêzîkî Îranê da ye, êrîşa bombeyê hat kirin û kesek birîndar bû.

Karbidestê ewlekariya Kerkukê Necdet Windawî di daxuyaniya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li dijî buroya Tuxayên Bedrê li Kerkukê êrîşa bombeyê hat kirin.

Windawî diyar kir, bombeya ku di hundirê poşetekê da danîbûn ser peyarêya li pêşiya avahiyê, bi destê kes an kesên nediyar bi kumadaya jidûrva hat teqandin.

Windawî got ku di maweya êrîşê da sivîlekî ku ji wê derê derbas dibû birîndar bû, di buroyê da xesar çêbû.

Her wiha Windawî destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê li herêma ku êrîş lê hat kirin, lêkolîneke berfireh dan destpêkirin û tedbîrên ewlekariyê zêde kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE