Hat ragihandin li navenda bajarê Kerkûkê yê Iraqê di êrîşa bibombe da di xanî û kargehên nêzîk û wesayîtên ku ji wê derê derbas dibûn da xesar çêbû.
Berpirsê Çapemeniyê yê Midûriyeta Ewlekariya Kerkûkê Afrasyaw Kamil di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku li semtê Wasitiyê yê Kerkûkê bombeya ku bi destê kes û kesên nenas li kêleka rê hat bicihkirin, ji dûr va bi kumandayê hat teqandin.
Kamil ragihand ku di êrîşê da tiştek bi kesî nehat, lêbelê ji ber teqînê di xanî û kargehên nêzîk û wesayîtên ku ji wê derê derbas dibûn da xesar çêbû.
Kamil herwiha destnîşan kir ku ewlekariyê der heqê bûyerê da lêkolîneke berfireh da destpêkirin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di berfanbara 2017an da ragihandibû ku dawî li hebûna eskerî ya DEAŞê ku 3 sal ajotibû, hat. Lêbelê hê jî hucrikên DEAŞê yên ku li Iraqê li ciyên cuda di xewê da ne, car carî çalakiyên terorê li dar dixin.
AA