Li Kîevê dengê teqîneke mezin hat

Li Kîevê dengê teqîneke mezin hat

Şerê Rûsya da destpêkirin ev 9 roj e dewam dike û li Kîeva paytextê Ukraynayê dengê teqîneke mezin hat bihîstin.

Rayedaran der barê teqînê da heya niha tu agahî nedan. Hat gotin ku ji roja êrîşên Rûsyayê dest pê kir heta niha ev deng yek ji wan dengên herî bilind bû ku li Meydana Azadiyê hat bihîstin.

Ji ber êrîşa Rûsyayê ya li hemberî Ukraynayê tevlî bertekan Yekîtiya Ewropayê, Amerîka û Îngiltere mueyîdeyên darayî yên tund li hemberî Rûsyayê kirin rewacê.

Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî ji destpêka şer heya niha li Ukraynayê 227 sivîl hatin kuştin û 525 kes jî birîndar bûn.

Lê rayedarên Ukraynayî dibêjin ku hejmara kuştiyan ji 2 hezarî zêdetir e.

Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî jî ragihand ku ji milyonekî zêdetir mirov ji Ukraynayê derbasî welatên cîran bûne.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE